Li Aksarayê otomobîl gindirî şarampolê: 3 mirî 4 birîndar
Li Aksarayê otomobîlek qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Aksarayê otomobîlek qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê zarok tevde 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.
Qeza derdora seat 06.30î de li ser 30emîn Rêbeja Aksaray-Enqerê pêk hat.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 09 TM 389 a ku ajokarê wê Veysel Akgun bû ji kontrolê derket û gindirî şarampolê.
Di qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan û yek jê zarok tevde 4 kes birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.