Li Almanyayê balafir ket xwarê: 3 mirî
Li Almanyayê balafirek ket xwarê, di encama bûyerê de 2 rêwî û firokevan mirin.
Hat ragihandin li Almanyayê balafirek ket xwarê, di encama bûyerê de 2 rêwî û firokevan mirin.
Qeza li Erzhausena Frankfurta Almanyayê pêk hat.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin balafira ku ji Fransayê bi hewa ket li Erzhausena Frankfurta Almanyayê ket xwarê. Di encama bûyerê de 2 rêwî û firokevan mirin. Tê diyarkirin dema ku polês ji bo mudaxelê çûn cihê bûyerê li wesayîtekê qelibîn. Di encama vê bûyerê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 polês jî birîndar bûn.
Derbarê ketina balafirê û qezaya polêsan de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.