Li Almanyayê bi hezaran zarokên penaber winda bûn

Li Almanyayê bi hezaran zarokên penaber winda bûn

Li gorî daneyên Teşkîlata Ewlehîya Federal a Almanyayê ji sala 2017an vir ve li Almanyayê bi hezaran zarokên penaber winda bûn.

Di koça ku ber bi Ewrûpayê ve hat kirin de bi deh hezaran zarok û ciwan bêyî dê û bavên xwe çûn Almanyayê. Hinek ji wan di cih de û hinek ji wan jî piştî demekê ji holê winda  bûn.

Li gor daneyên ku ji teref Teşkîlata Ewlehîya Federal a Almanyayê ve hatine belavkirin ji sala 2017an vir ve li Almanyayê zêdetirî 8 hezar û 400 zarokî winda bûn.

Tê diyarkirin exlebeyê zarokan li kolanan dijîn, tevlî sûcan dibin, li rasta îstîsmara zayendî tên û dikevin kemîna mafyaya organê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.