Li Almanyayê li hember Misliman û mizgeftan tevde 320 êrîş hatin kirin

Li Almanyayê li hember Misliman û mizgeftan tevde 320 êrîş hatin kirin

Di şeş mehên vê salê de li Almanyayê li hember Misliman û mizgeftan tevde 320 êrîş hatin kirin.

Hat ragihandin di şeş mehên vê salê de li Almanyayê tevde 320 êrîş li Misliman û mizgeftan hatin kirin. Hejmara kesên ku di êrîşan de birîndar bûn li gor sala borî zêdetir in.

Partîya Çepgir a Almanya derbarê mijarê de pêşnûma da. Pêşnûmaya Partîya Çepgir ji teref Wezareta Karên Hundir a Almanya ve hat bersivendin. Li gor xebera ku di Neue Osnabrücker Zeitungê de hatiye weşandin, Wezareta Karên Hundir derbarê mijarê de diyar kir di şeş mehên vê salê de li Almanyayê li hember Misliman û mizgeftan tevde 320 êrîş hatin kirin û di êrîşan de tev de 25 kes birîndar bûn. Li gor daneyên ku ji teref Wezaretê ve hatine belavkirin hema hema temamê êrîşan ji teref dijminên Îslamê yên ku wek rastgirên radîkal tên binavkirin ve hatine kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.