Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 580 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 580 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Bi mirina 580kesên din hejmara kesên ku li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin derket 144 hezar û 953 kesî.

Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 64  hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 64 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 4 milyon û 28 hezar û 569 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 580 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 144 hezar û 953 kesî.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler