Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 889 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 889 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Bi mirina 889 kesên din hejmara kesên ku li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin derket 187 hezar û 225 kesî.

Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 43 hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 43 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 6 milyon û 173 hezar û 328  kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 889 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 187 hezar û 225 kesî.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.