Li Amerîkayê digel qedexeya derketina derve xwepêşan berdewam dikin

Li Amerîkayê digel qedexeya derketina derve xwepêşan berdewam dikin

Xwepêşanên ku ji ber kuştina reşikê bi navê George Floyd li Amerîkayê dest pê kiribûn digel qedexeya derketina derve ya ku hat îlankirin bênavber berdewam dikin.

Li gorî agahîyên ku ji teref çapemenîya Amerîkayê ve hatine belavkirin heta niha di xwepêşanên ku tên lidarxistin de di encama midaxeleya polêsan de 2 kes mirin.

Ji ber ku xwepêşandaran xwastin li ber Qesra Spî xwepêşanê li dar bixin leşkeran dora Qesra Spî girtin. Di dîmenên ku tên kişandin de tê dîtin ji bo xwepêşandêr belav bibin polês tundîyê bi kar tîne.

Hat ragihandin heta niha hezarekî xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.