Li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê hejmara mirîyan derket li ser 5 hezaran
Serokê Amerîka Donald Trump destnîşan kir “Ev meseleya mirin û mayînê ye.Ew ê 2-3heftîyên pêşîya me pir bi êş û elem bin. Bila hemû kes ji bo rojên zor û zehmet amade bin.”
Li Amerîka mirinên ji ber Coronavîrusê hêj berdewam dikin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha bi 200 hezar kesan re vîrus hat tespîtkirin û heta niha nêzî 5 hezar kes jî mirin.
Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo derbarê mijarê de destnîşan kir, ne mimkûn e mirov bêje ew ê şob felan wextî bi dawî bibe.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.