Li Bahamayan ji bi hezaran kesî xeber nayê standin
Li Bahamayên ku lê bagera Dorîanê tesîra xwe zêde dike ji nêzî 3 hezar kesan xeber nayên standin.
Hat ragihandin li Bahamayên ku lê bagera Dorîanê tesîra xwe zêde dike ji nêzî 3 hezar kesan xeber nayên standin.
Tê diyarkirin li Bahamayên ku di bin tesîra bagera Dorîanê de ye xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Rayedar destnîşan dikin hejmara kesên ku ji ber bagerê jiyana xwe ji dest dan derket 50î.
Li gorî daneyên ku ji teref rayedaran ve hatine belavkirin ji ber tesîra bagerê ji nêzî 3 hezar kesan xeber nayên standin.
Heta niha 5 hezar kes ji herêmê hatin tahlîyekirin û pêdivîya 70 hezar kesan ji alîkarîya bilez re heye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.