Li Bangledeşê şewat: 8 mirî 50 birîndar

Li Bangledeşê şewat: 8 mirî 50 birîndar

Li Chittagonga Bangledeşê di taxekî de şewat derket, di encama şewata ku derket de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Chittagonga Bangledeşê di taxekî lê 200 mal hebûn de şewat derket, di encama şewata ku derket de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewata ku sedema wê hêj nayê zanîn di demeke kurt de belavî temamê taxê bû. Tê diyarkirin ji ber şewata ku derket herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birînda bûn.

Tê diyarkirin dibe ku şewat ji ber arizaya ceyranê derketibe.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.