Li Basrayê qedexeya derve hat îlankirin

Li Basrayê qedexeya derve hat îlankirin

Li Basraya Iraqê ji ber bûyerên ku bênavber berdewam dikin derketina derve hat qedexekirin.

Piştî ku li Basraya Iraqê gelek avahîyên partîyên siyasî û kamûyê ji teref xwepêşandaran ve hatin şewitandin re ji teref Fermandarîya Operasyonan a Basrayê ve heta daxuyanîyeke din derketina der ve hat qedexekirin.

Li Basraya ku ev bû heftîyek lê bênavber xwepêşan berdewam dikin doh êvarî komek xwepêşandar avahîya televîzyona dewletê û avahîyên partîyên siyasî şewitandin. Her wisa hat diyarkirin komeke din a ji xwepêşandaran jî avahîyên Fikrê Hikmet a Neteweyî û avahîya Partîya Doza Îslamî ya ku Haydar el-Îbadî bi xwe jî endamê wê bû jî şewitandin.

Di bûyerên ku ev nêzî heftîyekê berdewam dikin de heta niha 8 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dan û 11 jê hêzên ewlehîyê tevde 35 kes jî birîndar bûn.

Li Basrayê ji 8ê Tîrmehê vir ve ji ber tunebûna ceyranê, ava paqij û xizmetên kamûyê xelk xwe berdaye kolanan û bênavber xwepêşanan li dar dixe.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.