Li Belçîkayê qîzika 12 salî ji ber Covid-19 canê xwe ji dest da

Li Belçîkayê qîzika 12 salî ji ber Covid-19 canê xwe ji dest da

Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û belavî temamê dinyayê bû li Belçîkayê bû sedema mirina qîzika 12 salî.

Berî niha êjî li Fransayê qîzeke 16 salî û li Amerîkayê jî pitikek ji ber Coroanvîrusê canê xwe ji dest dabûn.

Virolog Prof. Dr. Steven Van Guchtê ku rayedarê Enstîtuya Tenduristîya Gel a Neteweyî ya Belçîkayê ye derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Van Gucht di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir li Belçîkayê qîzika 12 salî ji ber Covid-19 canê xwe ji dest da.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Belçîkayê di 24 seatên dawî de 192 kesên din ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 705 kesan. Bi zêdetirî 13 hezar kesan re jî vîrus hat tespîtkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.