Li Bendava ku qalpaxa wê şikîya rewşa dawî
Ava Bendava Dîcleyê ya ku berî vê çend rojan qalpaxa wê şikîya bû nêzî 5 metroyan kêm bû, tahrîbata ku ji ber avê pêk hatibû piştî çend rojan derket holê.
Li Exîla Diyarbekirê dema ku hat xwestin ava zêde ya di Bendava Dîcleyê de bê valakirin qalpaxeke bendavê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şikîya û ava di bendavê de beserî û bi şikleke sûret vala bû û li hinek deran zirarê da wargehên li ber qeraxa çem. Niha li bendavê asta avê kêm bû.
Li herêma ku ji teref ÎLKHAyê ve bi drone sûretên wê hatin hat dîtin ku asta ava bendavê 5 metroyan kêm bûye. Piştî çend rojan tahrîbat û zirara ku ji ber ava bendavê çêbû derket holê.
Qalpaxa ku şikîya bû îro dê bê nûkirin.
Elî Gokyelê Midûrê Herêmê yê DÎSKÎyê di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de destîşan kir qalpaxa nû hatiye anîn û dê îro bê guhartin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.