Li Bidlîsê qeza: 2 jê giran tev de 8 birîndar
Di qezaya ku li Tatwana Bidlîsê pêk hat de 2 jê giran tevde 8 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Tatwana Bidlîsê li ser Kolana Cumhurîyetê di wextên şeveqê de wesayîteke bi plaqeya 13 KD 899 û wesayîteke din a bi plaqeya 13 M 1063 li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.