Li Bidlîsê qeza trafîkê: 2 mirî û 2 birîndar

Li Bidlîsê qeza trafîkê: 2 mirî û 2 birîndar

​Di qezaya ku li ser Rêbeja Tatwan û Wanê pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza li Bidlîsê li ser Rêbeja Tatwan û Wanê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di wextên êvarî de kamyoneta bi plaqeya 35 PMC 080 û TIRek li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.