Li Bîngolê 3 metro berf barîya
Li Bîngola ku lê ev çend roj in bênavber berf dibare stûrayîha berfê derket 3 metroyan, ji bo rêyên ku hatine girtin bên vekirin xebat berdewam dikin.
Hat ragihandin li Bîngola ku lê ev çend roj in bênavber berf dibare stûrayîha berfê derket 3 metroyan, ji bo rêyên ku hatine girtin bên vekirin xebat berdewam dikin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfê rêya 281 gundan hatibû girtin ku di encama xebatên ku hatin kirin de rêya 269 gundan hat vekirin û ji bo rêyên 12 gundên din jî bên vekirin jî xebat berdewam dikin.
Midûrê Şaxa Xizmetên Ragihandin û Rê yê Sekreterîya Giştî yî Îdareya Taybet a Bajêr Erhan Kayaokay derbarê mijarê de diyar kir ji ber berfa ku gelek zêde barîya rêya 281 gundan hatibû girtin ku di encama xebatên ku hêj berdewam dikin rêya 269 gundan hat vekirin û ji bo rêyên 12 gundên din jî bên vekirin jî xebat berdewam dikin.”
Muxtarê gundê Oguldereya Sancakê Heser Bakir derbarê rewşa heyî de destnîşan kir di rewşên lezgîn de divê rêyên me zû bên vekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber berfa ku dibare kesên ku heywanan xwedî dikin zehmetîyê dikşînin. Li hinek deran nêzî 3-43 metroyan berf dibare.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.