Li Brezîlyayê di rojekê 612 kesên din ji ber Coronavîrê mirin

Li Brezîlyayê di rojekê 612 kesên din ji ber Coronavîrê mirin

Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 612  kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 64 hezar û 867 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin  bi 26 hezar û 51 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket milyonek û 603 hezar û 55 kesî.

Di warê zêdebûna hejmara pêketîyan de Brezîlya piştî Amerîkayê tê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.