Li Brezîlyayê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket nêzî 4 milyonan

Li Brezîlyayê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket nêzî 4 milyonan

Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayêdaneyên dawî yên Coronavîrusê bi raya giştî re parve kir.

Li gorî daneyên ku hatine belavkirin di 24 seatên dawî de 42 hezar û 659 kes bi Coronavîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 3 milyon û 950 hezar û 931 kesî.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di rojekê de 1215 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 122 hezar û 956 kesî.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.