Li Brezîlyayê hejmara mirîyan derket 40î
Ji ber hilweşîna bendavekê hejmara kesên ku li Brezîlyayê mirin derket 40î.
Hat ragihandin berî vê çend rojan li başûrê rojavayê Brezîlyayê bendaveke hêj ji ber sedemeke ku nayê zanîn hilweşîyabû ku di vê hewadisê de çend kes miribûn. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber vê hilweşînê hejmara mirîyan derket 40î û nêzî 200-300 kes jî winda ne.
Li herêmê xebatên lêgerîn û rzigarkirinê berdewam dikin.
Sedema hilweşînê hêj nayê zanîn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.