Li Bulgaristanê qeza: 15 mirî 27 birîndar

Li Bulgaristanê qeza: 15 mirî 27 birîndar

Sofya - Di qezaya otobusê ya ku li Bulgaristanê pêk hat de 15 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Bulgaristanê şeva yekşemê otobusek ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 15 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.Li gor agahîyên hatine wergirtin dema ku otobus qeza kiriye li çend wesayîtan jî qelibîye.

Derbarê qezaya ku pêk hat de ji teref Kîrîl Ananîevê Wezîrê Tenduristîyê yê Bulgaristanê ve daxuanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de Kîrîl diyar kir di encama qezaya ku pêk hat de 13 kes li cihê bûyerê û 2 kes jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dane.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.