Li Burkîna Fasoyê êrîş li leşkeran hat kirin: 10 mirî
Li Oudalana bajêra Burkîna Fasoyê ya li ber sînora Malîyê kesên nasnameyên wan nediyar êrîş birin li ser leşkeran, di encama êrîşa ku hat kirin de 5 jê leşker tevde 10 kes canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Oudalana bajêra Burkîna Fasoyê ya li ber sînora Malîyê kesên nasnameyên wan nediyar êrîş birin li ser leşkeran, di encama êrîşa ku hat kirin de 5 jê leşker tevde 10 kes canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên nasnameyên wan nediyar bi wesayîtan hatine wargeha leşkerî û êrîşê li dar xistine û dû re depoya muhîmatan dane ber êgir.
Êrîş berîya “Konseya Derasayî ya Wezîtên Sahelê ya G5an” a ku Burkîna Faso jê re serokatîyê dike hat kirin ku ev yek jî watedar hat dîtin.
Ji ber van êrîşên wisa li welêt ji 1ê Çileya 2019an vir ve li 7 herêman rewşa derasayî hat îlankirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.