Li Bursayê otobusa rêwîyan qeza kir: Mirîyek 16 birîndar

Li Bursayê otobusa rêwîyan qeza kir: Mirîyek 16 birîndar

Hat hînbûn rewşa kesên ku di qezayê de birîndar bûne baş e.

Qeza li ser Şahrêya Stenbol-Îzmîr-Bursayê li nêzî mewqîya Çaglaya Osmangazîyê  pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku ji Stenbolê ber bi Dîdîma Aydinê ve diçû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.