Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 600 hezarî

Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 600 hezarî

Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  zêdetirî milyonek û 600 hezar kes bi vîrusê ketin û  95 hezar û 675 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên Îtalya û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.

Hejmara kesên ku bi Coroanvîrusê ketibûn û baş bûn li tevahîya cîhanê derket 353 hezar û 195 kesan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.