Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 136 hezarî

Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 136 hezarî

​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha milyonek û 136 hezar û 526 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 136 hezar û 526 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket  41  milyon  û  500 hezar û 769 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 227 hezar kesî.(ÎLKHA)
 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.