Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 164 hezarî

Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 164 hezarî

​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha milyonek û 164 hezar û 609 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 164 hezar û 609 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket  43  milyon  û  790 hezar û 543 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 231 hezar kesî.(ÎLKHA)
 

 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.