Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 3 hezar û 179 kesan

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 3 hezar û 179 kesan

Hat ragihandin li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 3 hezar û 179 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin  di 24 seatên dawî de 7 kesên din jî ji ber vîrusê mirin,  bi van mirinên dawî hejmara kesên ku mirin derket 3 hezar û 179 kesan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku di bin çavdêrîyê de ne daket 12 hezar û 161 kesan û heta niha 64 hezar kes û 111  kesên ku bi vîrusê ketin baş bûne û ji xestê hatine derxistin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler