Li Çînê qezaya otobusê: 21 mirî 15 birîndar

Li Çînê qezaya otobusê: 21 mirî 15 birîndar

Li parêzgeha Guizhouya Çînê otobuseke rêwîyan qeza kir.

Li gorî çapemenîya Çînê otobusa rêwîyan a ku ji bajara Anshuna parêzgeha Guizhouya Çînê ket golê. Di encama qezaya ku pêk hat de 21 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Piştî ku bi qezayê hat hesîn re ambûlans hatin sewqkirin cihê bûyerê û kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.

Rayedarên Çînî destnîşan kirin sedema qezayê hêj nayê zanîn û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Televîzyona Navendî ya Çînê destnîşan kir xwendekarên di otobusê de diçûn îmtîhanê.

ÎLKHA

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler