Li Çînê teqîn: 19 mirî
Di teqîna ku li herêma pîşesazîyê ya li parêzgaha Sîchuana Çînê pêk hat de li gor tespîtên ewil 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li herêma pîşesazîyê ya li Sîchuana parêzgaha Çînê teqînek pêk hat. Ji ber teqîna ku pêk hat 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin teqîm di Şîrketa Teknolojîyê ya Hengdaya Yîbînê pêk hat û sedema teqînê jî hêj nayê zanîn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.