Li Colemêrgê êrîş: 6 leşker birîndar bûn

Li Colemêrgê êrîş: 6 leşker birîndar bûn

Di êrîşa bi hewan a ku li Çelêya Colemêrgê ji teref PKKyîyan ve hat lidarxistin de 6 leşker birîndar bûn.

Hat ragihandin li Çelêya Colemêrgê kesên PKKyî bi hewanan êrîş birin li ser baregaha ku leşker lê diman. Di encama êrîşa ku hat kirin de 6 leşker birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Colemêrgê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin li Çelêya Colemêrgê kesên PKKyî bi hewanan êrîş birin li ser baregaha ku leşker lê diman. Di encama êrîşa ku hat kirin de yek jê giran tev de 6 leşker birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bi helîkopterê hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.