Li Danîmarka peçe û bûrka hat qedexekirin

Li Danîmarka peçe û bûrka hat qedexekirin

Li Danîmarka qedexekirna peçe û bûrkayê ya li warê gelwarî bû sedema bertekan.

Hin dewletên Ewrûpa dixwest ku peçe û bûrka li warê gelwarî qedexe bike. Ev qedexekirin li Danîmarqa hat qebûlkirin û ji niha û pêde li warê gelwerî nixumandina peçe û bûrka yê qedexeye.

Biryara ku ji teref Mislimanan ve bû sedema pertekan li Parlamentoya Danîmarqa li hember 30 dengê red bi erênîya 75 dengan hat qebûlkirin û di dengdayînê de 74 parlamenterî deng nedan û beşdarî dengdayînê nebûn.

Ji yekê Tebaxê û pê de ev qanûnê têkeve sepanê û kesên vê qanûnê îxlal bikin dê 1000 kronê Danîmarka (156 dalar) cizayê pere bidin.

Danîmarkaya nifûsa wê 5,7 milyone û ji sedî 7ê nifûsa wê Misliman in.

Li Fransa, Avûstûrya, Belçîka û Tirkîyeyê li hin warên gelwerî pîrekên nixumandine bi çarçefê xebata wan jî qedexeye. Hollanda jî piştgirîya vê qanûnê dike û qedexeyên herêmî li Danîmarka, Rûsya, Îspanya û Îsvîçre û gelek dewletên Ewrûpa jî ji xwe tê sepandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.