Li Derîyê Sînor a Esendere 221 kîlo teqemenî hat bidestxistin
Li Derîyê Sînor a Esendereya Hekkarî 221 klo û 700 gram maddeya teqemenîyê “Potasyum Klorat” hat bidestxistin.
Hat ragihandin li Derîyê Sînor a Esendereya Hekkarî 221 kîlo û 700 gram maddeya teqemenîyê “Potasyum Klorat” hat bidestxistin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ekîbên Midûrtîya Îstîxbarat û Qeçexvanî ya Muhafezekirina Gumrukê ve kesekî Îranî yê bi navê B.N. dema ku ji bo muameleya pasaportê derbasî Tirkîyê bû dan sekinandin.
Polêsan li ser kesê ku sekinandin gerîyan, di encama lêgerîna ku hat kirin de di 6 kîs û waleza wî de tevde 221 kîlo û 700 gram maddeya teqemenîyê “Potasyum Klorat” hat bidestxistin.
Kesê Îranê hat binçavkirin û hat şandin girtîgehê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.