Li Dêrsîmê 5 PKKyî hatin kuştin

Li Dêrsîmê 5 PKKyî hatin kuştin

Di operasyona ku li çolterîya Pulura navçeya Dêrsîmê hat rastkirin de 5 PKKyî hatin kuştin.

Li gor daxuyanîya ji teref Serfermandarîya leşkerî ve hat kirin, hat îfadekirin ku li çolterîya Pulura navçeya Dêrsîmê li dijî PKKê operasyon hat tertîbkirin. Di encama operasyonê de 5 PKKyî hatin kuştin.  

Di daxuyanîya ku ji teref Serfermandarîyê hat kirin de cîh hat dayîn van agahîyan, “Li devera Ovacika navçeya Dêrsîmê bi alîkarîya wasitayên keşfê hat dîtin ku endamên rêxistina terorê ya dabeşker amadehîyên êrîşkirinê dikin. Li ser vê yekê di 18dê Gulana 2018an de bi êrîşeke asîmanî 5 terorîst hatin berterefkirin.”

İLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.