Li deşta Xelatê paleyîya genim dest pê kir

Li deşta Xelatê paleyîya genim dest pê kir

Li Bidlîsê paleyîya genima ku li 350 hezar dekarî hatibû çandin dest pê kir. Ew ê paleyîya genim nêzî 100 TL feyde bide aborîya bajêr.

Bîçerên ku dest bi dirûtina genim kirin bi şev û roj bênavber li deşta Xelatê dixebtin. Alîkarê Midûrê Daristan û Çandinîyê yê Bajêra Bidlîsê Sekmen Atici jî  beşdarî xebatên paleyîyê bû û derbarê mijarê de nirxandinan kir.

“Ji van erdan nêzî 60 hezar ton genim tê hilberandin”

Atici di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir, ew li Adilcewazê paleyîyê dane destpêkirin û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Li bajara me paleyî di 20ê TÎrmehê de dest pê dike û heta nîvê tebaxê berdewam dik. Li Bidlîsê bi tevahî milyonek û 300 hezar  dekar erdên çandinîyê hene û nêzî 350 hezar dekarê van erdan lê genim tê çandin. Ji van erdan nêzî 60 hezar ton genim tê hilberandin. Ev yek jî nêzî 100 milyon TL feyde dide aborîya bajara me. Cotkarên me dibêjin sala borî bi bereket derbas bûbû ku îsal jî wisa xuya dike ku paleyî bi bereket e. Em jî digel temamê personelên xwe beşdarî paleyîya ku bi bîçeran tê kirin dibin.”

“Cotkar ji mahsûla îsal razî ye”

Ahmet Erenê Serokê Komeleya Bîçervanan  jî derbarê mijarê de destnîşan kir, li herêmê nêzî 80 bîçervan di bin sîwana komeleya wan de dixebitin û dû re wiha li axavtina xwe zêde  kir: “Bes li Êlihê nêzî 80 bîçervanên me hene. Paleyî ewilî li Nisêbîn, Mêrdîn, Qoserê dest pê dike û piştî Farqîn û Diyarbekirê li Bidlîs, Adilcewaz, Xelat û Norşînê dest pê dike. Bîçervanên li Êlih û Diyarbekirê tên Agirî, Bidlîs û Mûşê. Ew ê paleyî li van deran 5 rojan berdewam bike. Cotkar ji mahsûla îsal razî ne. Ji firotina ka bi xwe jî razî ne.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.