Li dijî qeçaxvanên çekan operasyon: 2 kes hatin girtin
Li Rihayê ji teref cendirmeyan ve li dijî qeçaxvanên çekan operasyon hat lidarxistin, di encama operasyona ku hat lidarxistin de2 kes hatin girtin.
Hat ragihandin li Rihayê ji teref cendirmeyan ve li dijî qeçaxvanên çekan operasyon hat lidarxistin, di encama operasyona ku hat lidarxistin de 2 kes hatin girtin.
Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Cendirmeyan a Bajêra Rihayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di encama qerara ku ji teref meqamên edlî ve hat standin li Pirsûs û Birecûkê operasyon li du navnîşanan hat lidarxistin. Di encama operasyona ku hat lidarxistin de 3 keleşkof, 6 şarjor, 2 demence û 4 şarjorên wan, 3 tifingên nêçîrê û hezar û 300 heb berikên wan hatin bidestxistin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin 2 kesên ku di operasyonan de hatibûn binçavkirin hatin girtin û hatin şandin girtîgehê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.