Li Diyarbekirê 3 PKKyîyên ku amadehîya êrîşê dikirin hatin girtin

Li Diyarbekirê 3 PKKyîyên ku amadehîya êrîşê dikirin hatin girtin

Li Diyarbekirê 3 PKKyîyên ku hat diyarkirin hazirîya êrîşê dikirin digel çek û muhîmatên xwe hatin girtin.

Hat ragihandin li Pîrana navçeya Diyarbekirê 3 PKKyîyên ku hat diyarkirin hazirîya êrîşê dikirin digel çek û muhîmatên xwe hatin girtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ekîbên Fermandarîya Cendirmeyan a Bajêra Diyarbekirê li Pîranê PKKyîyekî ku hazirîya çalakîyê dikir tespît kirin. Di operasyona ku hat kirin de digel PKKyîyê ku qala wî hat kirin û 2 PKKyîyên din jî hatin girtin.

PKKyîyên ku digel muhîmat û çekên xwe hatin girtin bo dayîna îfadê hatin birin Fermandarîya Cendirmeyan a Navçê ya Pîranê.

Hat ragihandin li herêmê xebata berfireh berdewam dike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.