Li Diyarbekirê 5 ton esrar hat bidestxistin

Li Diyarbekirê 5 ton esrar hat bidestxistin

Di operasyonên ku li Diyarbekirê hatin lidarxistin de 5 ton esrar û gelek zêde çek û muhîmat hat bidestxistin.

Hat ragihandin di operasyonên ku li Diyarbekirê li dijî PKKê hatin lidarxistin de 5 ton esrar û gelek zêde çek û muhîmat hat bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirêve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin qedexeya derketina derve ya ku berî vê çend rojan li 21 gund û gundikên Licê hatibû îlankirin hat rakirin û di encama operasyonên ku li 21 gund û gundikên Licê li dijî PKKê hatin lidarxistin de muhîmat, çek û 5 ton esrarê ku aîdî PKKê bûn hatin bidestixin û 6 kozik jî hatin îmhakirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.