Li Diyarbekirê di zebeşên bi kundir hatine aşîkirin de berhem zêde bû, lezzet kêm bû

Li Diyarbekirê di zebeşên bi kundir hatine aşîkirin de berhem zêde bû, lezzet kêm bû

Hilberîna zebeşên bi kundir hatine deqkirin (aşîkirin) ku di salên dawî de belav bûye, li aliyekî bi berhemdariya xwe ya bilind derdikeve pêş, li aliyê din jî bi rexneyên ku hêviyên kalîte û tama muşteriyan bicîh nayîne tê rojevê.

Petêx û zebeş ku fêkiyên neyên guhartin ên mehên havînê ne, li Diyarbekirê doşekên bazaran tijî kirin. Gava welatî lêgerîna fêkiyên bi bihayê guncaw berdewam dikin, esnafên bazarê hem li ser kalîteya hilberan hem jî li ser bihayên wan nirxandin kirin.

Esnaf anî ziman ku zebeşên bi kundir hatine deqkirin (aşîkirin) ji aliyê tamê ve daxwazan bicîh nayînin, lê tevî vê yekê ji ber zêdebûna lêçûnan biha nenizm bûn astên daxwazkirî.

Esnaf diyar kir ku heke mesref ew qas ne bilind bûn, dê gevrez û zebeş di nav fêkiyên herî erzan de bûn, û destnîşan kir ku di berawirdkirina bi hilberên din ên bingehîn ên vexwarinê re, fêkî hêj jî di asteke hêsantir a destkeftinê de ye.

Deniz Çınar

"Xerîdar (muşterî) di mijara kalîteyê de mexdûr dibe"

Ji esnafên bazara taxê Deniz Çınar diyar kir ku hilberîna zebeşên bi kundir hatine deqkirin (aşîkirin) ku di salên dawî de belav bûye, tevî ku berhemê zêde dike jî, bandoreke neyînî li kalîteyê dike.

Çınar anî ziman ku di zebeşên ku welatî dikirin de rehên spî û zext (hişk) hene û bîna kundiran ji wan tê û got: "Gelê me di mijara zebeşan de mexdûriyete mezin dijî. Gava piştgiriya cotkaran tê kirin, xerîdar tê mexdûrkirin. Îro di zeviyan de bi piranî zebeşên bi kûzî hatine deqkirin têne çandin. Bi vê rêbazê ji her donim nêzîkî 2,5-3 ton berhem tê bidestxistin. Lê belê giliya herî mezin a welatiyan kalîteya van zebeşan e. Muşterî dibêjin ku di nav zebeşên ku kirîne de rehên spî û hişk hene û bîna kundiran jê tê. Ji vê rewşê herî zêde xerîdar zirarê dibîne. Paşê jî em firoşkar bandor dibin. Ya ku qezenc dike jî ji ber ku berhemeke zêdetir digire hilberîner (cotkar) e. Ez difikirim ku divê politîkayên çandiniyê di vê mijarê de ji nû ve bêne serastkirin. Li şûna zebeşên bi kundir hatine deqkirin, divê hilberîna zebeşên bi toximên (bizrên) herêmî bê teşvîqkirin. Dibe ku berhem kêm bibe lê kalîte û tam dê pir bilindtir bibe. Îro welatî zebeşekî 15 kîloyî dibe malê, dema ecib nake diavêje çopê. Lê heke zebeşên 5-6 kîloyî, kalîteyî û bi tam bihata firotin, hem pêşiya îsrafê dihat girtin hem jî muşterî dê razî biba. Niha welatî hema diwêje 'ez ceribandinê dikim', her heftê ji firoşkarekî cûda zebeşan dikire lê di piranîya wan de bi heman pirsgirêkê re rû bi rû dimîne."

"Maliyetên (lêçûnên) hilberînê bilind in"

Çınar van îfadeyan bi kar anî: "Tama eslî di zebeşên herêmî de yên ku li navçeya me Çinarê û gundên dorûberê tên gihaştin de heye. Ev zebeş bi giştî di zeviyên ku genim tê de hatine çandin de tên çandin û aromaya wan pir çêtir e. Zebeşê Diyarbekirê li piyaseyê derket lê beşeke mezin a hilberên yekemîn dîsa bi kundir hatine deqkirin. Ji ber vê sedemê heman gilî berdewam dikin. Gava em tên ser pirsyara çima biha nenizm dibin, sedema herî girîng a vê yekê maliyetên hilberînê ne. Zextiyên ciddî yên cotkaran jî hene. Maliyetên elektrîk, gubreyî, avdanî, sotemenî û karkeriyê pir bilind in. Ji bo mînak hilberînerekî ji bo avdana 127 donim zeviyê ceh salek berê nêzîkî 800 hezar lîre faturaya elektrîkê da. Maliyetên gubreyî, avdanî û fîdeyan jî her sal zêdetir dibin. Ji ber vê sedemê hilberîner jî zorê dibîne û maliyetên bilind di bihayên zebeşan de xuya dibin."

Umut Özer

"Em kîloya zebeşî bi 15 lîreyî difroşin"

Ji esnafên bazarê Umut Özer diyar kir ku li ser doşeka xwe zebeşên ku ji navçeya Dêrika Mêrdînê hatine difroşin û got ku beriya ku xerîdar bikirin, ew zebeşan jê dikin, bi wan didin çêjkirin (tamkirin) û ew ewlehiya tama wî dikin.

Özer got: "Zebeşên me ji navçeya Dêrika Mêrdînê tên. Tama wî gelekî xweş e û em bi jêkirinê bi muşteriyên xwe didin çêjkirin. Em tama wî garantiya daxwazan dikin. Em kîloya wî bi 15 TL'yî difroşin. Dema di berawirdkirina bi bihayên şînkayî (sebze) û fêkiyan re tê kirin, bihayê zebeşî gelekî guncaw e. Îro li derva şûşeyeke avê jî 15 TL ye. Ji ber vê sedemê welatî eleqeyê nîşanî zebeş û gevrezan didin. Niha beşeke mezin a zebeşên bi kundir hatine deqkirin (aşîkirin) ên li piyaseyê ji Adanayê tên. Ji ber ku deqkirî (aşîkirî) ye gir dibe lê ji aliyê tamê ve daxwazan bicîh nayîne. Zebeşê herêma me jî bi reng, dîmen û tama xwe gelekî cûda ye."

Şeyhmus Özkaya

"Heke maliyet kêm bibin gevrez û zebeş dê pir erzantir bibin"

Ji esnafên bazarê Şeyhmus Özkaya jî anî ziman ku tevî ku gevrez (gundûr) li halê bi bihayekî guncaw e jî, ji ber barkirin (nakliye), karkerî û lêçûnên din bihayê firotinê bilind dibe.

Özkaya diyar kir ku niha kîloya gevrez bi 30 lîreyî difroşin û got: "Gevrez li halê erzan be jî, dema barkirin, karkerî û masrefên din li ser zêde dibin biha bilind dibe. Niha em kîloya gevrez bi 30 TL'yî difroşin. Di rojên pêş de em payîn dikin ku biha heta astên 15-20 TL'yî dakeve. Masref gelekî giran in. Îro karkerek di binê 2 hezar TL'yî de naxebite. Tenê torbeyekî (poşet) sê kîloyî ez bi 5 TL'yî dikirim. Hemû ev maliyet di bihayê firotinê de xuya dibin. Di eslê xwe de heke masref ew qas bilind nebûn, gevrez û zebeş dê di nav fêkiyên herî erzan de cîh bigirtana. Îro pêlavek 5 hezar TL, tîşortek jî bûye 2 hezar TL. Dema ji vê hêlê ve tê mêze kirin, bihayên fêkiyan hêj jî di asteke hêsantir a destkeftinê de ne."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.