Li Diyarbekirê êrîşa çekdarî : 2 mirî birîndarek
Di êrîşa çekdarî ya ku li Diyarbekirê li malbatekê hat kirin de2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Hat ragihandin li gundê Yukari Akdîbeka Baglara Diyarbekirê ji teref kesekî ku nasnameya wî nediyar e ve êrîşa çekdarî li malbatekê kir. Di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de ji heman malbatê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bûyer doh êvarî derdora seat 20.30an de pêk hat. Di encama êrîşê de kesên bi navê Mehmet Karahanli û Tahsîn Karahanli jiyana xwe ji dest dan û Saddam Karahanliyê ku lawê Mehmet Karahanli bû jî birîndar bû.
Hêj sedema êrîşê nayên zanîn. Kesê birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.
Cendirmeyan derbarê êrîşê de lêpirsîn dan destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.