Li Diyarbekirê êrîşa hovane li mizgeftê hat kirin

Li Diyarbekirê êrîşa hovane li mizgeftê hat kirin

Li Kayapinara Diyarbekirê êrîşeke hovane li ser Mizgefta Hz. Alî hat kirin.

Hat ragihandin doh berîya nimêja êvarî li Kayapinara Diyarbekirê êrîşeke hovane ji teref kesên ku nasnameya wan nediyar e ve  li ser Mizgefta Hz. Alî hat kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çend kesên ku nasnameya wan nediyar e doh berîya nimêja muxirbê  êrîş birin li ser camîyê. Êrîşkarên hov ên ku êrîş birin li ser camîyê rehleyên Qur’anê ên di mizgeftê de şikandin û ji qata jorê avêtin jêrê û sicade û tesetturê telebeyên qîz li derdorê belav kirin.

Ehlê  camîyê derbarê mijarê de diyar kriin berî vê 2 mehan jî êrîşeke bi heman awayî dîsa hatibû kirin. Li gorî îddîayan çeteyeke dizîyê yê ku ji xwe re derdora mzigeftê kiriye mesken êrîşî camîyê dike.  Dîsa ehlê camîyê diyar dikin ev koma dizan carinan di mizgeftê radikevin.

Mizgefta ku Miftîtîya Kayapinarê lê heye berî niha lê dersa hafiztîyê dihat dayîn û telebe lê radizan. Lê ji ber ku ewlehîya camîyê nikare bê tesîskirin wextê dersê hat guhartin û di nava rojê de dersa hafizan lê hat dayîn.

Ehlê camîyê piştî ku xeber dan polêsan, polês hatin cihê bûyerê û lêkolînan kirin. Ehlê camîyê dixwazin ku êrîşkar demildest bên girtin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.