Li Diyarbekirê otobusa rêwîyan qeza kir: Mirîyek, 29 birîndar

Li Diyarbekirê otobusa rêwîyan qeza kir: Mirîyek, 29 birîndar

Li Diyarbekirê di qezaya trafîkê ya ku pêk hat de rêwîyek jiyana xwe ji dest da û 29 rêwî jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêbeja Diyarbekir-Bîngolê otobuseke rêwîyan qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 30 kes birîndar bûn. Kesekî ku di qezayê de giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Qeza derdora wextên êvarê li mewqîya Yazili Pinara gundê Mermera Sûrê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan ji ber barana ku barîya ji kontrolê derket û qeza kir. Di encama qezayê de 30 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Li nexweşxanê rêwîyekî ku giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.