Li Diyarbekirê pevçûna çekdar
Li Diyarbekirê di navbera du koman de pevçûna çekdar derket.
Hat ragihandin li Diyarbekirê di navbera du komên ku nasnameya wan nediyar in de pevçûna çekdar derket. Ji ber pevçûna ku derket dikanên derdorê zirar dîtin.
Bûyer li 231emîn sikaka Baglara Diyarbekirê pêk hat.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera du koman de pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de tiştek bi serê tu kesî nehat.
Polêsên ku hatin cihê bûyerê de derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.