Li Diyarbekirê pevçûna çekdar: 3 mirî 4 birîndar

Li Diyarbekirê pevçûna çekdar: 3 mirî 4 birîndar

Li Diyarbekirê di navbera du malbatan pevçûna çekdar derket, di encama pevçûnê de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Henêya Diyarbekirê di navbera du malbatan de ji ber lihevnekirina arsayê pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Feyzî Demîrê ku li gundê Topçuyan dijîya digel 3 lawikên xwe çûn ba malbata ku di navbera wan de lihevnekirin hebû. Di demeke kurt nîqaşa ku rû da bû pevçûna çekdar û di pevçûnê de 3 lawên Feyzî Demîr  ên bi navê Murat, Serdar û Îsmaîl mirin û Feyzî Demîr, lawekî wî yê bi navê Firat  û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li Diyarbekirê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.