Li Diyarbekirê qeza: 2 mirî 4 birîndar
Di qezaya ku li Çinara Diyarbekirê pêk hat de2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li nêzî Ovabaga gundê Çinara Diyarbekirê qeza çêbû, di encama qezaya ku çêbû de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza derdora seat 17.00an de li ser rêya kevin a Dêrikê ya ku li Çinarê ve girêdayî ye ve pêk hat.
Di qezaya ku pîkap û taksîyek li hev qelibîn de kesên bi navê Silêman Yilmaz û Leyla Demlî jiyana xwe ji dest dan û kesên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.