Li Diyarbekirê qeza trafîkê: 2 mirî

Li Diyarbekirê qeza trafîkê: 2 mirî

Di qezaya ku li Bismilê Diyarbekirê pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla bi plaqeya 72 EF 160 a ku ajokara wê Abdulsamet Kansu bû li mewqîya gundê Sînanê gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de  2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kesên bi navê Gulbahar Kansu, Zeynep Sagil, Seyran Yazici,  Hatîce Gezîcî û Abdulsamet Kansu, bo tazîya nasekî xwe ji Sêrtê diçûn Diyarbekirê. Otomobîla ku ji tazîyê vedigerîya li mewqîya gundê Sînanê gindirî şarampolê. Di encama qezayê de Seyran Yazici û Hatîce Gezîcî li cihê qezayê jiyana xwe ji dest dan û kesên bi navê Gulbahar Kansu, Zeynep Sagil, û Abdulsamet Kansu giran birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.