Li Efrînê teqîn: 4 mirî 2 birîndar
Li Efrîna Sûrîyê teqînek pêk hat, di encama teqîna ku pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Efrîna ku di bin kontrola TSK û Artêşa Azad a Sûrîyê de ye teqînek pêk hat, di encama teqîna ku pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li gundekî girêdayê Efrînê di dema derbasbûna traktorê ya ku cotkarên zeytûnan di nav de bû teqemenîya ku berî niha hatibû bicîkirin înfîlak kir. Di encama înfîlakkirina teqemenîyê ya di nav zevîya zeytûnan de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxaneyên li Îdlîb û Tirkîyê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.