Li Efxanistanê 125 xwendekarên qîz bi jehrê ketin
Li Muncîyê gundê girêdayê Draîma Badahşanê 125 xwendekarên qîz ên lîseyê bi jehrê ketin.
Hat ragihandin li Muncîyê gundê girêdayê Draîma Badahşanê 125 xwendekarên qîz ên lîseyê bi jehrê ketin.
Midûrê Perwerdehîyê yê Bajêra Badahşanê Abdul Samî Ebedyar derbarê mijarê de daxuyanî da. Badahşan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li gundê Muncîyê 125 xwendekarên qîz ên lîseyê bi jehrê ketin.
Ebedyar di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir rewşa 75 xwendekarên qîz nebaş e û sedema bi jehrê ketina xwendekaran hêj nediyar e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.