Li Efxanistanê 2 jê pitik tevde 13 kesên sîwîl hatin qetilkirin

Li Efxanistanê 2 jê pitik tevde 13 kesên sîwîl hatin qetilkirin

Hêzên ewlehîyê yên Efxanistanê li parêzgeha Lagmanê êrîş birin li ser wargehên sîwîlan.

Di encama êrîşa ku hat kirin de 2 jê pitik tevde 13 kesên sîwîl hatin qetilkirin. Tê diyarkirin di nav kesên ku hatin qetilkirin de pîrek jî hene.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş bi berikên hawanan  dest pê kiriye.

Piştî qetlîama ku hat kirin re gelê Lagmanê xwe berda kolanan û qetlîama ku hat kirin şermezar û telîn kirin û li dijî hikûmetê sloganan avêtin.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Talîbanê  Zabîullah Mucahîd ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Mucahîd di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di encama êrîşa ku li hember sîwîlan hat lidarxistin de 2 jê pitik 13 kesên sîwîl hatin qetilkirin û gelek kesên ku zarok û pîrek jî di nav de hene birîndar bûn.

Berî vê rojekê di navbera hikûmeta Efxanistan û Talîbanê de agirbest hatibû îlankirin.

ÎLKHA


Li Efxanistanê 2 jê pitik tevde 13 kesên sîwîl hatin qetilkirin

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.