Li Efxanistanê êrîş: 9 mirî 8 birîndar
Li Logara parêzgaha Efxanistanê êrîş li navenda polêsan hat kirin, di encama êrîşê de 6 jê polês tev de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes birîndar bûn.
Berdevkê Midûrtîya Parêzgaha Logarê Şahpur Ahmadzey derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Ahmedzey di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de destnîşan kir wesayîta bombebarkirî li ber têketina navenda polêsan a bajêr hat înfîlakkirin û 3 êrîşkar ketin navendê û polêsan re şer kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 3 jê êrîşkar û 6 polês tev de 9 kes mirin û birîndar jî nav de tev de 8 kes birîndar bûn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.