Li Efxanistanê êrîş li camîyê hat kirin: 2 mirî 8 birîndar

Li Efxanistanê êrîş li camîyê hat kirin: 2 mirî 8 birîndar

Li Kabîla paytexta Efxanistanê êrîşa bombeyî li camîyekê hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 2 kes canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîşa li Kabîlê li Camîya Wazîr Akbar Khan hat kirin. Di encama êrîşê de melayê camîyê jî di nav de 2 kes canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundir destnîşan kir teqemenî di hewşa camîyê de hatine bicîkiri.

Berdevkê Serokomartîyê Siddiq Siddiqî derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û êrîşa ku hatiye kirin şermezar kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.