Li Efxanistanê helîkoptera leşkerî ket: 25 mirî

Li Efxanistanê helîkoptera leşkerî ket: 25 mirî

Li Faraha bajêra Efxanistanê helîkoptereke leşkerî ket, di encama ketina helîkopterê de 23 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin  li Efxanistanê li bajêra Faraha ku li xerba welêt dimîne, helîkoptera ku tê de efserên bi rutbe û wezîfedarên dewletê tê de bûn ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê ket. Di encama ketina helîkopterê de 25 kes jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Farahê ve hat belavkirin de derbarê mijarê  de hat diyarkirin di helîkoptera ku li nêzî navçeya Anar Dereya Farahê ket de efserên bi rutbe û wezîfedarên dewletê hebûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin 25 kesên ku di helîkopterê de bûn tev jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Leşkerî Necûbullah Necîbî jî derbarê mijarê de diyar kir d u helîkopter li kêleka hev difirîn ku yek ji wan ji sedemeke ku nayê zanîn ketîye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.